Îlham Ehmed: Di berjewendiyê DYA’yê de ye ku alîkariya QSD’ê bike

Seroka Komîteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed ku bi rêya online bibû mêvana Enstîtuya Newelles ya Lêkolînan û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kir.

Îlham Ehmed têkildarî hebûna hêzên Amerîka li deverê diyar kir ku di berjewendiyên Amerîkayê de ku alîkariya QSD’ê bike.

Her wiha ji bo pirsa Al-Monitor a ku dibêje ”Her serokek ji partiyekî xwedî stratejîk û siyasetên taybet girêdayî Sûriyê ye” Îlham Ehmed wiha got: “Bi giştî em texmîn dikin ku stratejiya destpêkê ya DYA’yê parastina ewlehiya xwe ya navxweyî di şerê li dijî terorê de mil bi milê Hêzên Sûriya Demokratîk re be.”

Seroka Komîteya Rêveber a MSD’ê eşkere kir ku biriyara Trump a vekişîana hêzên Amerîkayê ji Sûriyê rê li ber dagirkeriya Tirkiyê vekir.

Îlham Ehmed şerê di navbera hêzên Asayîşê û çeteyên Dîgaa El- Wetenî anî ziman û daxuyakir ku ji bo ev yek dûbare nebe divê çeteyên Dîgaa El- Wetenî bi temamî ji Qamişloyê derkevin.

Têkildarî girtiyên DAIŞ’î yên biyanî li herêmê, Îlham Ehmed bangên Rêveberiya Xweser ji bo wergerkirina hemwelatiyên xwe yên li kamp û girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare kir.

Back to top button