Li Fransa zexta polîsan li ser xwepêşandêran

Li Fransa sendîkayên karkeran li dijî reforma teqawidiyê bibiryarin.
Di xwepêşandanên li nava welat pêk tên de, tundiyek zêde tê bikaranîn.
Li paytext Parîsê, polînsa li dijî xwepêşandêran hêzek zêde bikar anîn.

Xwepêşander doh careke din li Parîsê daketin kolanan.

Di xwepêşandanan de bê navber druşmeyên li dijî reforma teqawidiyê ya Serokomar Emmanuel Macron hate gotin.

Polîsên Fransî ji bo belavkirina xwepêşanderan hêzek zêde bikar anîn.

Dimenên li nava Parîsê, asta hêrsa heyî da nîşandan.

Ev dimenên ku li ser torên medya civakî belav bûn, hêrsek zêde da avakirin.

Li paytextê di xwepêşandanên ku 5 hezar û 500 polês li ser kar bûn de, 78 kes hatin binçavkirin.

Reforma ku hikumeta Macron bê erêkirina meclisê xwestî bêxe meryetê û heta niha bûye sedema ku bêtirî li 200 herêman xwepêşandan pêk were.

Sendîkayên karkeran ji bo greva 11. a mezin banga xwepêşandaneke berfireh a di 6’ê Nîsanê de kir.

Hate xwestin ku wê rojê tevahî karker li qadên xwepêşandanê bin.

Back to top button