ALDAR XELÎL: DESTÛRA KU HEMÛ PÊKHATEYÊN SÛRÎ NEGIRE NAVA XWE, WÊ ENCAM NEGIRE

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyarkir ku destûra ku hemû pêkhateyên Sûriyê negire nav xwe wê encam negre.

Xelîl destnîşan kir ku xeteriya Tirkiyê hîna heye, divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî wê amade be.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di hevpeyvînekê li gel ajansa Hawarê de geşedanên dawî li herêmê û destûra bingehîn a Sûriyê nirxand.

Aldar Xelîl diyar kir ku her kes dizane ku armanca sereke ya dewleta Tirk dagirkirina herêmê ye.

Dewleta Tirk niha bi nêzîkbûna sedsala peymana Lozanê re dixwaze armancên xwe yên mîsaki mîlî ango ji helebê heta Musilê dagir bike.

Xelîl da zanîn ku niha dewleta Tirk li ser esasê hevpeymana Edeneyê dixwaze di Sûrî de bigihîje armanca xwe.

Aldar Xelîl têkildarî avakirina komîteya destûra nû ya Sûrî û nebeşdarkirina rêveberiya xweser di vê komîteyê de jî nirxandin kir.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bibîr xist ku dewleta Tirkiyê qet ne razîye ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Kurd beşdarî prosesa destûrê bibin.

Hêzên ku komîteya destûrî ava kirine eger li gor dewleta Tirk tevbigerin û hemû pêkhateyan negrin nav xwe, wê ev destûr encam negre.

Leave a Reply

Back to top button