Dêrik-Bi merasîmekê fermandarê QSD’ê şehîd Şiblî hat oxirkirin

Cenazeyên şehîd Şiblî Şiblî li navçeya Dêrikê bi merasîmkê hate oxirkirin.
Beşdarên merasîma oxirkirina cenazeyê fermandarê QSD’ê soza tolhildanê da.

Fermandarê QSD’ê Şiblî Şiblî, 27’ê Cotmehê di encama bombebaran dewleta Tirk a dagirker li dijî mala wî ya li Dêrikê de şehîd bûbû.

Şehîd Şiblî li goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê hate oxirkirin.

Bi hezaran ji şêniyên bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan Cewahir Îbrahîm axivî û got: “Malbeta Şehîd Şiblî modela malbatên welatparêz e ku sozên xwe yên pêkanîna armancên şehîdan nû kirin.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mahsûm Dêrşewî jî ev tişt got:

“Erdogan bi navê ola îslamê bang dike, lê durûtiyê dike, li dijî gel û zarokên me komkujiyan pêk tîne.

Bila tevahî cîhan bizane em xwediyên mafê ne û em ê rêça şehîdan xwe dewam bikin.

Yek ji fermandarên QSD’ê Xêredîn Xêrkî jî diyar kir ku ew ê bi bilindkirina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan tola wan hildin.

Dayika şehîd Şiblî, Xana Sedon tevahî beşdar silav kirin û ev tişt anî ziman:

“Em heta dawiyê bi parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê pabend in û berdêl çi be jî emê li dora têkoşîn û berxwedana şehîdan bicivin.

Dawiyê, wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Hevalên şehîd bi diruşmeyan cenazeyê şehîd veşartin.

Back to top button