YPGʹê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li bajarê Qamişlo de rêhevalê wan Baran Nisêbîn şehîd bû. YPG’ê got: “Em ê bibin şopdarê nemirên xwe, ala rizgariya ku wan hildaye wê danekeve û emê bi serkeftinê tacîdar bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê derbarê êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ya li dijî wesayîtekê li bajarê Qamişlo daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
14’ê Nîsanê saet 01:45′an, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li ser rêya Hîzam a Qamişlo li nêzî deriyê Nisêbînê bombebaran kir.
Di encama êrişê de rêhevalê me Baran Nisêbîn şehîd bû.
YPG’ê weha domand:
Rêhevalê me Baran ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji malbateke welatparêz e.
Çawa ku xelkên me yên welatparêz yên çar beşên Kurdistanê bi giyana neteweyî û seferberiyê berê xwe dan Rojava, xelkên me yên Nisêbînê jî hatin hawara Rojava û li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derketin.
Hevalê me Baran jî yek ji wan mêrxasan e ku di dema berxwedaniya Kobanê de bersiv da banga seferberiyê.
Û di şerê li hemberî DAIŞ’ê, ji Kobanê heta Minbicê, ji Reqayê heta Dêrazorê bi çalak tevgerî.
Tevlîbûna wî ya şer û jiyanê wek mîlîtanekî fedayîyê bû.
YPG’ê sersaxî ji malbata şehîd û xelkê Nisêbînê re xwest û soz şopandina şehîdan da
Gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê nasnameya şehîd weha ye.
Nasnav: Baran Nisêbîn
Nav û Paşnav: Mihemed Sari
Navê Dayikê: Şerîfe
Navê Bav: Mihemed Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo / 14’ê Nîsana 2023ʹʹ