Li Tirbespiyê navenda lênêrîna zarokan hat vekirin

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê yekemîn Navenda Lênêrîna Zarokan li gundê Xeznê yê Tirbespiyê vekir. Desteyê diyar kir ew ê di qonaxa yekemîn de 30 zarokan pêşwazî bikin.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku li gundê Xeznê yê navçeya Tirbespiyê navenda “Jiyana Zarokan” a lênêrîna zarokan vekir.

Hevserokê Desteyê Silêman Ereb derbarê vekirina navendê de got ev proje bi armanca li ber bikaraîna zarokan bigirin hatiye çêkirin û ew ê di demeke nêzîk zarokên ji 5 heta 18 saliyê pêşwazî bikin.

Silêman Ereb da zanîn ku ev navend bi hevkariya Desteya Tenduristiyê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongra Star û Desteya Jin hatiye vekirin.

Hat diyar kirin wê di qonaxa yekemîn de 30 zarok bên pêşwazîkirin.

Back to top button