Li dijî komkujiya li Cindirêsê ya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve pêk hat çalakî zêde dibin. Îro şêniyên Til Hemîs, Til Birak, Tirbespiyê û Amûdê berê xwe dan Qamişlo û şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê jî berê xwe dan Dêrikê û li dijî komkujiya Cindirêsê meşiyan. Şêniyan di meşan de, sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û banga bidawîbûna dagirkeriyê kirin.
Bi diruşmeya “Bi ruhê berxwedana gelê Efrînê emê dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin” li bajarên Qamişlo û Dêrikê du meşên girseyî hatin li dar xistin.
Bi hezaran şêniyên “Tirbespiyê, Til Hemîs, Til Birak û Amûdê” berê xwe da bajarê Qamişlo da ku tevlî meşê bibin.
Meş li pêşiya avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY’ê ya li bajêr veguherî mitîngê.
Li vir kesên axivîn komkujiya Cindirêsê şermezar kirin, berxwedana Efrînê silav kirin û gotin: Bi berxwedana Rêber Ocalan û hemû gelan, wê rejîma Tirkiyê û siyasetên wê yên dagirkerî û înkarê bên tunekirin.
Helwesta şêniyan dê xak û çavkaniya çandê biparêze.
Bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku dagirkeran ji Efrînê derxin, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dawî bikin û vegera xwecihên herêmê misoger bikin.
Piştî axaftinan, şandeyekê nameyeke çalakvanan radestî Komîseriya NY’ê ya li Qamişlo kir.
Şêniyên tevlî meşê bûn jî gotin em ê li Efrînê vegerin.
Her weha şêniyên ji Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê jî li pêş geraca Dêrikê kom bûn.
Li Qada Azadiyê kesên axivîn gotin: “Şehîdên Newrozê yên li Cindirêsê berxwedanek nû li dîroka gelê Kurd zêde kir.
Wan li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da û qebûl nekir ku agirê Newrozê bê vemirandin.”
Banga bilindkirina têkoşîn û hevgirtina pêkhateyan ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî hat kirin.