Rojnamevanê Tirkiyê Merdan Yanardag ku li dijî tecrîdê berdek nîşan dabû ku ev 102 roj bû di girtîgehê de bû doh di danaşîna ewil de hate berdan.
Di danişîna ewil a rojnamevanê girtî Merdan Yanardag de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê lê hate birîn û hate berdan.
Danişîna ewil a Rêveberê Weşana Giştî yê TELE1’ê Merdan Yanardag ê piştî rexnekirina tecrîda li dijî Rêber APO di 27’ê hezîranê de hat binçavkirin û piştre jî hate girtin.
Yanardag doh yekemîn danaşîna wî bû û girseya ku beriya danişînê li ber deriyê edliyeyê kom bû, bi daxwaza berdana Merdan Yanardag daxuyanî dan çapemeniyê.
Yanardag di danaşînê de axivî û got:
“Dixwazin çavên ragihandinê bitirîsîn û nehêlin kes rastiyê binvîsîne û bîne ziman.
Ez dîsa dibêjim sedemê bingehîn vê dozê tecrîde.
Rastiyek heye. Ez weke rojnamevanekê li bûyerê dinerim. Bila Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin bi malbata xwe re hevdîtinê bike ku em jî bizanin ka çi dibêje.
Ji kengî ve sûc e ku mirov bêje bila dewlet qanûna xwe pêk bîne.”
Piştî axaftinê dadgeha tirkiyê Yanardag berda.