Malbata Arîn Mîrkan: Arîn bi çalakiya xwe ronahî vegerand

Di salvegera 9’emîn a çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan de, malbata şehîd Arîn Mîrkan axivî.
Malbatê diyar kir ku çalakiya şehîd Arîn ji wan re serbilindiyeke.

Dayika şehîd Arîn Mîrkan Wehîde Henan diyar kir ku Arîn keçeke zîrek bû û got:

“Şeva ku Arînê biryar daye tev li tevgera rizgariyê bibe, li mala cîranan bû.

Dema vegeriya malê ez hembêz kirim. got ez ê mizgîneyekê bidim we.

Şeva çû me zanî ku mîzginiya wê çi bû. Arîn di sala 2007’an de tev li şervanên azadiyê bû.”

Dayika şehîd Arîn da zanîn ku îro Arîn çû, lê belê bi sedan Arîn hene û dê Kurdistanê azad bikin.

Em ê rêya azadiyê bişopînin, Arîn bû mizgîniya Kobanê.”

Birayê şehîd Arîn Mîrkan Beşar Genç Xemis jî dibêje:

“Vê gelekî bala me kişand ku dê Arîn rojekê bibe şervana welatê xwe.

Dema cara dawîn telefonî min kir, got dê derbasî çiya bibe, tenê min jê pirsî tu bi dilê xwe diçî?

Ji min re got ez bi vîna herî mezin tev lê dibim û diçim çiya.”

Di dawiyê de Beşar diyar kir ku dê xeta xwişka xwe û tevahî şehîdan bişopîne.

Back to top button