Operasyona qirkirina siyasî 5 endamên HDP’ê yên jin hatin binçavkirin

Îro jî li dijî HDP’iyan operasyonên qirkirina siyasî hebûn. Li Enqereyê vê sibê di serdegirtinên malan 5 endamên rêveber ên HDP’ê yên jin hatin binçavkirin. 

Operesyona qirkirina siyasî li Tirkiyê dewam dike.

Li Enqereyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de li dijî rêveberên navend û navçeyan ên HDP’ê operasyon hat destpêkirin û bi ser malan de hat girtin.

Di encama serdegirtina malan de 5 jinên HDP’yî hatin binçavkirin.

Jinên hatin binçavkirin navê wan wiha ne:

“Rêvebera HDP’ê ya Bajarê Enqereyê Zelîha Unlu, Rêvebera HDP’ê ya Naveçya Mamakê Remziye Guçlu, Hevseroka berê ya navçeya Mamakê Lale Ekmen, Dayika Aştiyê Gulîstan Ozgan û Rêvebera Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan ya Navçeya Mamakê Husniye Kart e.

Leave a Reply

Back to top button