Şaredariya gel a Şedadê: Tevî zehmetiyan kar û xebatên xwe berdewam dike

Şaredariya Gel a Şedadê plansaziya xwe ya îsal diyar kir. Îsal wê ji bajarokê Sûr avê bidin navçeya Şedadê.

Şaredariya Gel a navçeya Şedadê sala derbasbûyî tevî zor û zehmetiyan jî gelek kar û xebat meşandin.

Şaredariya gel xebatên kanalîzasyonê, ronîkirina kolanan, çêkirina peyarêyan, sererastikirina piran, zîftkirin rêyan pêk anîn.

Hevserokê şaredariyê Mihemed Salih Salih diyar kir ku ji projeyên sala borî ziftkirina rêyan bû ku bi dirêjahiya 6 km zift li ser taxên bajêr hatibû belavkirin.

Mihemed Salih eşkere kir ku ji bo sala nû jî gelek planên xizmeta şêniyên navçeyê û gundewarên wê diyar kirine .

Projeya herî girîng jî wê kişandina avê ji bajarokê Sûrê be da ku ava vexwarinê bide navçe û gundewarên Şedadê.

Leave a Reply

Back to top button