Amerîka: Îhtimala vegera li peymana nukleerî kêmtir dibe

Rêveberiya Waşîngtonê, hêviyên xwe yên ji vegera li peymana nukleerî ya Îranê kêm dibe.
Wezîrê karê derve yê Îranê jî got,Welatê wî di danûstandinên nukleerî de, wê dûrî rêgeha dîplomatîk nekeve.

Nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Îranê Robert Malley ji tora CNN`ê re got,

îhtimala vejandina planameya giştî ya hevbeş a sala 2015`an (peymana nukleerî) ya girêdayî bernameya nukleerî ya Îranê roj bi roj kêmtir dibe.

Malley got,

“Eger Îran dixwaze li peymanê vegere, divê ne şertên Amerîka, lê şertên Yekitiya Ewropayê qebûl bike.

Ev pêşniyareke adil e.

Em li ser vî esasî ji peymanê re amade ne.

Em li bendê ne ku Îran jî heman tiştî bêje.

Lê ev bijarek ne heta hetayê ye.”

Nûnerê taybet bi Îranê her wiha hişyarî da ku Îranê nêzî pêşxistina bombeya nukleerî dibe.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Karê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan got,

“Îran di danûstandinên nukleerî de, wê dûrî mantiqê danûstandin û rêgeha dîplomatîk nekeve.

Ji bo gihaştina lihevkirineke dirust rêya xwe bi rûmet dewam dike.”

Back to top button