Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên xwe 4 sivîl revandin.
Ajansa nûçeyan ANHAê ragihand ku çeteyên Tirkiyê 4 sivîl di nav de 2 jin, ji navçeya Cindirêsê revandin.
Ji kesên hatine revandin:
Mihemed Hec Yûsif Behar,
Xalîda Şêx,
Emîne Ebo,
Ehmed Hec Gulîn
Heta niha jî çarenûs û cihê wan ne diyar in.
Artêşa Tirk û çeteyên xwe her wiha bi ser malên gundê Basûfan ê navçeya Şêrawayê de jî girt û gelek kes revandin.