Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Fazil Botan bi nasnav Ahmet Şeker di 15’ê Hezîrana 2022’yan de, li Ewropayê şehîd bibû.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ji bo Fazil Botan merasîmek girseyî hat lidarxistin.
Merasîma bîranînê li saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêgirtin destpêkir.
Piştî rêzgirtinê nasnameya şehîd hat xwedin.
Piştre li ser têkoşîn û jiyana Şehîd Fazil Botan, Cigirê Hevserokê Diwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Rûbar Îlhan axaftin kir.
Rûbar diyar kir ger em îro dikarin wek Kurd, li hember cîhanê xwe îfade bikîn bi saya şehîdên mîna heval Fazil û rêhevalên wî ne û got:
“Heval Fazil di nava hemû bê derfetiyan de karî xwe û hevalê xwe bi têkoşînek bê hempa bide jiyankirin.”
Rûbar di dawiyê de soza şopandina rêya şehîd Fazil û rêhevalên wî heta serkeftinê da.
NPG’ê ji ber şehadeta fermandarê mezin Fazil Botan peyamek da
PKK’ê ji ber şehadeta fermandarê mezin Fazil Botan peyamek da