Berdevka RJAK: Ger agahî neyê dayîn em ê şêwazên cuda bi kar bînin

Berdevka RJAK`ê Soma Ferhad anî ziman ku xwediyê heman hişmendiya komkujiya Şengalê îro 3 endamên RJAK`ê girtine û diyar kir ku ev şêwaz encama siyaseta li dijî saziyên jinan e û girtina endamên wan metirsiyek mezin li ser saziyên jinan ava dike.

Şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), bi boneya salvegera 7’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şengalê kir.

Endamên şandeyê ku ji meclisa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê sayîşa PDK’ê ve hatin girtin.

Heya niha ji wan 3 jinan tu agahî nehatiye wergirtin.

Der barê girtina du rêveber û endameke RJAK’ê de berdevka RJAK`ê Soma Ferhad nirxandin kir.

Soma Ferhad, diyar kir ku gelek kom di salvegera Şengalê amade bûn.Lê ya balkêş tenê endamên wan hatine girtin û got:

Saziya me li Başûrê Kurdistanê û Iraqê fermî ne.

Hevalên me bi çi sedemê hatine girtin? Heya niha çarenûsa wan ne zelal e.

Soma Ferhad, destnîşan kir ku du endamên wan dayîk in û zarokên wan yên biçûk hene û wiha anî ziman:

Rewşa zarokên wan ne baş e, em hewl didin di vê dema zehmet de li gel zarokên wan bin.

Yên ku hevalên me girtine xwediyê heman hişmendiya komkujiya Şengalê ne.

Berdevka RJAK Soma Ferhad: Metirsiyek mezin li ser saziyên jinan heye

Berdevka RJAK`ê Soma Ferhad di dawiyê bang li hemû jinan kir ku li dijî vê siyasetê derbikevin û dibêje:

Ev siyaseta PDK`ê ne nû ye, ev kiryar encama siyaseta ku li dijî hemû saziyên jinan e.

Back to top button