Serokê Amerîka Donald Trump li aliyekî piştgiriya xwe bi gelê Îranê re dubare dike û li aliyekî hişyariyên nû di desthilata vî welatî.
Donald Trump bi du twitên cuda gelê Îranê bi yê hêja bi nav kir û hêviya derbaskirina jiyaneke asayî dûrî siyaseta kuştinê ji bo wan hêvî kir.
Her wiha Serokê Amerîka hişyarî da Rêjîma Îranê jî ku divê piştgiriya terorê û wêrankirina Îranê rawestîne.
Berî vê yekê jî Trump gotibû “divê Elî Xamniyî ha ji gotinê xwe hebe.”
Elî Xaminiyî di xitba Înê de li Tehranê bi zimanekî tûj Birîtaniya, Fransa û Almanya weke xulamê Amerîka nîşan dabû.