“Tecrûbeya Rêveberiya Xweser ji bo hemû qadên Sûrî mînaka çareseriyê ye”

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî yê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed diyar kir naskirina Rêveberiya xweser mafekî rewa ye.

Îbrahîm El-Mihemed da zanîn ku tekane çareseriya aloziya Sûrî pergala Rêveberiya Xweser e.

Îbrahîm El-Mihemed balkişand ser girîngiya îtîrafa bi Rêveberiya Xweser û got:

“Ev proje destpêka çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê ye, her wiha gava yekemîn û bingehîn a aktîfkirina rola diyalogan di navbera hemû aliyên li Sûriyê de ye.

Ji ber ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser di hemû qadan de tecrûbeyeke pêşeng e.

Ev tecrûbe bi rêya saziyên xwe yên rêxistinî û îdarî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye pratîkê.”

Naskirina Rêveberiya Xweser dê hikumeta Şamê ber bi pêkanîna diyalogan ve dibe.

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî diyar kir ku divê civaka navneteweyî projeya Rêveberiya Xweser wekî tecrûbeyeke rasteqîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ketiyê pratîkê de ye nas bikin.

Back to top button