Fatma Rustem Hilalî û bedran pîranî bûn hevşaredar

Hilbijartina hevşaredar û endamên encûmena Şaredariya Gel a Wargeha Mexmûrê duh hat lidarixstin.
Fatma Rustem Hilalî û Bedran Pîranî bûn heşaredarên nû yên Wargehê.

Hilbijartin duh saet 5’an bi dawî bû.

Li gorî encamên ku Desteya Bilind a Hilbijartinê ya wargehê diyar kirî, Fatma Rustem Hilalî û Bedran Pîranî ji bo Hevşaredariyê hatin hilbijartin.

Ji bo Meclîsa şaredariyê jî 25 kesên ku bûn namzet, 7 kes biserketin û bûn endamên meclisa şaredariyê.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûr’ê du salan carekê ji bo hevşaredar û encûmena Şaredariya Gel hilbijartin pêk tê.

Back to top button