Hêzên Ewlekariya Îraqê: Li Bexdayê 2 dronên bombekirî hatin bêbandorkirin

Hêzên Îraqî li derdora paytext Bexdayê 2 dronên bombekirî anîn xwarê.

Şaneya Ragihandina Ewlekarî ya Iraqî ragihand ku yekîneyên artêşa wan li herêma Bargeha El-Reşîd a Bexdayê dronek anî xwarê.

Heman şaneyê da xuyakirin ku drona duyemîn jî li herêma El-Kertan a li başûrê Bexdayê û li herêma polîsan anî xwarê.

Roja înê jî hêzên Îraqî çend mûşke ku ji bo êrîşa li dijî bargeheke hêzên girêdayî Amerîka hatibû amadekirin, bêbandorkirin..

Back to top button