Tara Hisên: Tirkiyê ji yekîtiya Kurdan ditirse

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên anî ziman ku dewleta Tirk ji yekîtiya Kurdan ditirse, ji bo wê jî êrişa dawî ya li dijî Silêmaniyê pêk anî.
Parlamenterê Iraqê Biryar Reşîd êriş şermezar kir û ji bo bidawîbûna êrişan banga yekîtiyê kir. 

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên derarê êrişa li dijî Silêmaniyê de axivî.

Tara Hisên diyar kir ku dewleta Tirk ji yekîtiya Kurdan ditirse û ev tişt anî ziman:

”Tirkiyê naxwaze li tu cihan destkeftiyeke Kurdan hebe yan jî pêşketina hêzên Kurd bibîne.

Ji bo wê dema ku yekitiyê di nava du hêzên Kurd de dibîne, ji bo xwe weke metirsî dibîne.

Ji bo wê jî êrişa dawî a li dijî balafirxaneya Silêmaniyê pêk anî.”

Tara Hisên bal kişand ser helwesta xelkê Silêmaniyê Başûr û wiha axaftina xwe domand:

“Xelkê Silêmaniyê tu deman bê helwest nebûye û her dem li dijî êrişan daketiye qadan.

Gelê vê herêmê dagirkeriyê qebûl nake, xwedî helwesta niştimanî ye.

Bi hatina ba hev a hêzên Kurd serkeftin dê pêkan be.

Hemû hêzên ku xwe weke hêzên gel dibînin divê piştgiriya yekitiya neteweyî bikin.”

Biryar Reşîd: Ji bo êriş bi dawî bibin, divê yekîtî çêbibe

Parlamenterê Iraqê Biryar Reşîd ê li ser fraksiyona YNK’ê jî derbarê mijarê de axivî.

Biryar Reşîd da zanîn ku mîna van êrişan ne cara yekê ye pêk tên û got:

“Em weke fraksiyona YNK’ê van êrişane bi tûndî şermezar dikin.

Ji bo lêkolîna cihê bûyerê, şandeyek ji aliyê serokwezîrê Iraqê ve hatiye erkdarkirin.

Û wê serdana cihê bûyerê bikin.

Em ê ji parlamentoya Iraqê bixwazin li ser êrişan civînek taybet lidarbixe.”

Parlamenter Reşîd li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker banga yekîtiyê kir.

“Divê ji bo ku Tirkiye li nav Başûrê Kurdistanê nemîne em ê kar bikin.

Divê sînorek ji êrişan re were dayîn, ev jî tenê bi yekîtiyê dibe.

Divê hemû fraksiyonên Kurd yên di nava parlamentoya Iraqê de bibin yek.”

Back to top button