“Bi pêşengtiya QSD’ê serçeteykî DAIŞ’ê li Dêra Zorê hat girtin”

Hêzên Operasyonên Hevbeş ragihand ku bi serkêşiya Hêzên Sûriya Demokratîk operasyonek serdegirtinê li Dêra Zorê pêk hat û DAIŞiyek hat girtin.

Hêzên Opasyonên Hevbeş li ser hesabê xwe yê Twitterê eşkere kir ku bi pêşengtiya QSD’ê roja 15’ê nîsanê, di operasyoneke serdegirtinê de li derdora Dêra Zorê DAIŞiyê bi navê Mehmûd El-Seîd hat girtin.

Li gorî wê, QSD’ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî plan danî qene operasyona girtina El-Seîd ku gelek şaneyên DAIŞê bi rê ve dibe, bi ser bikeve.

Hêzên operasyonan got ku “El-Seîd şaneyên DAIŞê yên bi kordîneya çek û bombeyan û komkirina pereyan mijûl in, bi rê ve dibir”

Berdevkê Operayonên Hevbeş Capt. Jonathan Ferrer ê di Artêşa Amerîkayê de got ku “serketina vê opersyonê wê toreyên desteka madî û çekdarî yên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber hev bixe”

Her wiha piştrasat kir ku “Ji bo tunekirina DAIŞ’êDê, dê QSD’ê her bimîne hevkarekî çalak û dilsoz”

Back to top button