Ciwanên Efrînê komploya Navneteweyî şermezar kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê û bi dirûşmeya “Bimire komploya 15`ê Sibatê û dem dema azadiya rêber APO ye” meşek bi mişaleyan li dar xist.

Bi dehan ciwanên herêma Efrînê li qada sereke ya navçeya Ehresê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, hat berzkirin.

Meş li qada rojhilatê navçeyê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de daxuyaniyek bi navê ciwanan hat dayîn.

Di daxuyaniyê hat gotin:

“Armanca sereke ya dewletên komploger ji rêberê me, hedefgirtina gelê Kurd li Kurdistanê û tevahî cîhanê ye.

Komplo ne tenê li dijî rêber APO ye, li dijî tevahî gelê Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye.

Ciwanan bi dirûşmeya “Kes nikare roja me tarî bike” agir berdan laşê xwe. Ew jî bersiva dîrokî li dijî komplo û hêzên komploger bû.

Em komployê red dikin. Dirûşme û peyama me heta serkeftin û azadiya rêber Ocalan wê berdewam bike.

Em ê heta têkbirina komoloya 15`ê Sibatê tê bikoşin.

Back to top button