Li Zelandaya nû bagera Gabrielle

Zelandeya Nû careke din bi bagerê re rûbirû maye.
Bagera Gabrielle ya ku li bakurê welat xistî, bû sedema lehî û wêraniyê.
Hikumeta welat ji bo kontrolkirina rewşê, li herêmê rewşa awerte ya neteweyî ragihand.

Bahoz û bager, rewşa li bakurê Zelandeya Nû aloz e.

Wezîrê Rêvebiriya Lezgîn Kieran McAnulty li paytext Wellingtonê ji bo dayîna agahiyên li ser rewşê derket pêşiya çepemeniyê.

Li Zelenda ji ber bagerê rewşa awerte hat ragihandin

Kieran McAnulty ragihand ku hikûmet ji bo piştgiriyê bide herêmên bagerê û çavkaniyên zêde peyda bike rewşa awarte ragihand.

McAnulty got,

“Ev karesat rewşek awarte ye ku dikare xeterek rastîn li ser jiyana welatiyan çêbike.”

Serokwezîrê Zelanda Nû Chris Hipkins ji rojnamevanan re got;

Yekîneyên artêşê li herêmê ne.

Hebûna wan li wir ji bo alîkariya derxistina kesên ji bagerê bandor bûyîn e.

Her wiha belavkirina pêdiviyên hawarçûnê ye.”

Hipkins bal kişand ku gelek malbat ji cih û warên xwe bûne û li seranserê welêt wêraniyeke mezin çêbûye.

Hipkins bi domdar ev tişt anî ziman:

“Ji bo ku em tam diyar bikin ka çi qewimî ew ê demek pêwist bike.

Dema ku em gihîştin wê astê, em ê ji bo paqijkirinê ya pêwist bikin.”

Hat diyarkirin ku rewşa awarte ya neteweyî 6 herêmên li bakurê welat digre nava xwe.

Li vê herêmê yek ji bajarên herî mezin yê welat Auckland jî heye.

Bagera Gabrielle li van herêman bû sedema lehî û hezazê.

Vê yekê jî hişt ku bêtirî 60 hezar xanî bê elektirîk bimînin.

Bêtirî 500 geştên hewayî hatin betalkirin

Li Aucklanda ku bagerê bandorek neyînî li jiyanê kir, roja borî li gelek dibistanan sefer hatin rawestandin û perwerdehî qut bû.

Rêhewayên Zelandaya Nû ragihand ku zêdetirî 500 geştên navxwe û navneteweyî hatine betalkirin.

Derdora 10 hezar rêwiyên navneteweyî jî ji vê rewşê mexdûr bûne.

Back to top button