Karker li dijî nedana mûçeyan çalakî pêk anîn

Serhildana xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya ji bo azadiyê nêzî meha xwe ya 6’an dibe.
Li gelek bajaran karker û karmend dijî rewşa xirab ya jiyanê daketin kolanan.
Ciwanan û dayikên aştiyê jî bi çalakiyên cûrda Komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja xwe ya 151’yan de bê navber dewam dike.

Piştî serhildana li Îran û Rojhilat destpê kir, karker, karmend û mamostaya jî dijî rewşa xirab ya jiyanê daketin kolanan û nerazîbûnên xwe nîşandan.

Divê çarçoveyê de duh li bajarên Îlam, Kirmaşan, ya Rojhilatê Kurdistanê her wiha bajarên Esfehan, Ehwaz, Meşhed û Tahranê karmend û teqawîdbûyên Rêveberiya Peywendiyan, dijî paşxistina mûçe û nedana mûçeyê xwe, çalakiyên nerazîbûnê lidarxistin.

Herwiha karkerên Kane Misî Sîrcan ya li Kirmaşanê jî dijî paşxistina mûçeyê xwe çalakî lidarxistin û di roja çarem de çalakiya wan dewam dike.

Li Tahranê jî beşek karkerên bi peyman yên kompanyaya neftê û komek karmendan, çalakî lidarxistin û xwestin mûçeyê wan were dayîn û zêdekirin.

Her wiha leyîstikvana strancê ya navdar a Îranê niha nikare li welatê xwe vegere.

Sara Xadem a 25 salî, yek ji navdartirîn lîstikvana şetrencê ya Îranê ye.

Sara ji bo piştevaniya xwepêşandanên Jîna Emînî kefî li serê xwe girê neda.

Lê ji ber vê yekê niha nikare li welatê xwe veger e.

Di çarçoveya serhildanê de komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Li aliyek din di çarçoveya çalakiyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de, Komploya 15’ê Sibatê ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi çalakiyên cûr be cûr hate şermezarkirin.

Ciwanan li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê ser dîwaran dirûşme nivîsandin û komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.

Li bajarê Seqizê Dayikên Aştiyê kombûn û bê navbera dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan. Dayikan komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.

Li ser asta Îranê jî nerazîbûnên dijî desthilatê dewam dikin, duh 112 kesayetên Kurd û Îranê, bi daxuyaniyek hevbeş û nerazîbûna xwe dijî bêdengkirina xwepêşandanan anîn ser ziman.

Back to top button