Di navbera Kolombiya û Eln de hevdîtin

Di navbera hikumeta Kolombiya û Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) de hevdîtinên aştiyê careke din despê kir.

Hevdîtin li paytexta Meksîka, Meksîka City pêk hat.

Norwêc, Venezuela, Kuba, Brezîlya û Şîlî garantorên danûstandinên aştiyê ne.

Ji bo bidawîkirina şerê çekdarî ku ev nêzîkî 60 sal in hewildan dewam dikin.

Danûstandinên despêkê a muzakereyan meha Mijdara 2022’an li paytexta Venezuela Caracas ê hatibû kirin.

Di şeva sersalê de Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro bi ELN û komên din ên serhildêr re agirbest ragihand.

Lê çend roj şûnde ELN’ê ragihand ku ev pêşniyarek e ku hê li ser nehatibû lihevkirin.

Ji aliyê din ve hikûmetê îdia kir ku ev rêxistin ji şaşfêmkirina helwesta ELN’ê berpirsyar e.

Serokên şandên danûstandinkar ên her du aliyan doh îşaret bi wê yekê kirin ku di gotûbêjan de wê agirbesteke dualî û gihandina alîkariyên mirovî ji bo navçeyên ku herî zêde ji şer bandor bûne, pêk bîne.

ELN, di sala 1964’an de ji hêla kahînanên katolîk ên radîkal ve hat damezrandin.

Ew koma herî kevn a serhildanê ya çalak e.

Serok Petro ku şeş meh berê dest bi wezîfeyê kir û bi xwe lîderê berê yê serhildanê ye, soz dabû ku aştiya mayînde bîne welêt.

Back to top button