Desteya Hundirîn û Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê bi boneya sersalê gelek tedbîr ji bo parastina welatiyan ragihandin.
Desteya Hundirîn û Asayîşê cejna sersalê li tevahî gel pîroz kirin û hêvî kirin ku ev cejin tijî kêfxweşî û ewlehî be.
Desteyê ji bo ewlehiya şêniyan gelek tedbîr girtin û ji xelkê xwestin ku pabendî van birîyaran bibin.
Li gorî wê,
Ji dîroka 28.12.2022’an saet 06:00`an heta 02.01.2023’an saet 06:00’an Ketina kemyon û sahrîcan li nava bajarok û bajaran, gera bi matorsîklêtan bi hemû cureyan tevî yên leşkerî qedexe ne.
Û tevgera tevahî erebe û otobus, ji bilî rewşên mirovî di heman dîrokê de werin rawestandin.
Her wiha qedexe ye ku welatî, hêzên leşkerî û ewlekarî guleyan bavêjin.