Hêzên Asayîşê 3 kesên alîkariya sûcdaran kirine û ew veşartine girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê li ser malpera xwe ev agahî parve kirin:
”Hêzên me 22’ê Kanûnê li dijî sûcdar û alîkarên wan operasyon pêk anîn.
Di wê operasyonê de sûcdarek hat kuştin, 6 hatin girtin û 4 din jî reviyan.
26’ê Kanûnê careke din operasyon pêk hat û 3 kesên ku bi wê şebekeyê re sûcdar bûn girtin.”
Asayîşê ragihand ku piştî rêkarên lêpirsîna destpêkê bi wan re biqede, dê radestî dozgeriya giştî bikin.