Ji ber lehiyê li Hindistanê 17 û li Bangladeşê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Hindistanê ji ber barana zêde lehî rabû.
Herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Bangladeşê jî ji ber lehiyê 21 kes bûn qurban .

Bangladeşê vê hefteyê rastî lehiyeke dijwar hat.

Ji roja Înê û vir ve 21 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rojnameya Daîly Star, rewşa bajarê Sylhetê Sylhet ê li bakurê rojhilatê Bangladeşê xirabe û her ku diçe xirabtir dibe.

Di nûçeya li ser karesata lehiyê de hat gotin,

“Bi qasê xuya dibe ji bo Sylhet ti nîşaneyên başbûnê nînin.”

Ji aliyekê ve ku bi deh hezaran malbat bê mal man, tê payîn ku li Sylhet û navçeya wê Sûnamganjê barîna baranê bidome.

Hindistana cîran jî bi giranî ji barîna baranê bandor bû.

Li eyaleta Assamê li 4 hezar gundan nêzî 2 milyon xanî di bin avê de man.

Li herêmê di nava 24 saetan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane, 3 jê zarok 8 kes jî winda bûne.

Back to top button