Meclisa Sivîl a Reqayê: Êriş dewamiya êrişê Tirkiyê ye

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El Dîb destnîşan kir ku DAIŞ bi êrişa xwe ya li ser Reqa re dixwaze aramiya li herêmê ji holê rabike.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El Dîb derbarê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ku doh li Reqa pêkanî axivî.

Şêx Mihemed Nûr El Dîb diyar kir ku ev êrişa terorîst berdewamiya planên DAIŞ’ê yên bi perspektîfên dewleta Tirk a dagirker e û armanca wê têkbirina aramiya bajêr e.

El Dîb wiha domand:

“Gelek hewldanên têkçûyî wek êrişa li dijî girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê û hedefgirtina binesaziya herêmê li Kobanê û Cizîrê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve bin ketin.

Ev kiryar hemî berdewamiya siyaseta wêrankirinê ya dewleta Tirk a dagirker in.”

El Dîb ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û daxwaz ji şêniyên Reqayê kir ku pabentî biryara qedexeya derketina derve bin.

Back to top button