Li Amedê 4 kes hatin girtin

Ji 12 kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatîn binçavkirin, 4 kes hatin girtin û 8 jê hatin berdan.

Di çarçoveya lêpirsîna li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatî lidarxistin de, rojnamevan Heqî Boltan jî di nav de 12 kes hatibûn binçavkirin.

Dadgehê bi hênceta “Endambûna rêxistinê” biryara girtina Rêveberê HDP’a Amedê Edîp Bînbîr, Rêverbera berê yê HDP’a Bajêr Çîgdem Ektî, Mekiye Guzel û endamê DÎK’ê Mele Emîn Ay da, yên din jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya dervey welat hatin berdan.

Dema binçavkirina endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê ya HDP’ê Omer Fîlîtoglu yê ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatin binçavkirin hetanî roja Dûşemê dirêj kir.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mele Naîf Erdem jî piştî îfadeya li emniyetê Huseyîn Kaya jî piştî kar û barên wî yên li dozgeriyê hatin berdan.

Back to top button