Derhênera îtalyayî Benedetta Argentîerî ku di Mîhrîcana Fîlman a 32’yemîn de xelat wergirt, anî ziman ku ew vê xelatê dîyarê gelê Rojava yê wêrek dike.
Di Mîhrîcana Fîlman a Kolnê ya 32’yem de di 6 beşê cuda de xelat tên dayîn.
Benedetta, bi belgefîlma xwe “The Matchmaker” Xelata Phoenîx wergirt.
Benedetta di merasîmaxelat dayîna an de axivî û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Kurd, Ereb, Asûrî û jinan civakeke bi demokrasî, ekolojî tê avakirin.
Civaka nû hêdî hêdî bi pêş de diçe lê em hemû jê hînê tiştan dibin.
Divê mirov ji bîr neke, girîng e parastina projeya ku wê Rojhilata Navîn biguhere û piştî ewqas şer aştiyê bîne.
Ji vê boneyê vê xelatê diyarî mirovên wêrek ên li Rojava dikim.”