Bi boneya roja Aştiyê ya Cîhanê li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên dewleta Tirk li dijî herêmê daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de banga pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê hatin kirin.
Sibe roja Aştiyê ya Cîhanê ye.
Bi vê boneyê li herêmê li dijî tecrîda li Imraliyê û dagirkeriya dewleta Tirk ya li Sûriyê daxuyanî hatin dayîn.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê li Tebqayê bi vê boneyê daxuaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 24 salan ve dewletên komploger sûcên kirêt li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin û ev tişt hate gotin:
“Gava yekemîn a pêkanîna aştiyeke rasteqîn rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ye.
Divê hêzên navneteweyî erkên xwe yên pêkanîna aştiyê bi cih bînin û dawî li zêdegaviyên dewleta Tirk bînin.”
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a Şaxê Efrîn û Şehbayê bi heman armancê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, divê gelê herêmê di nava ewlehî û demokrasiyê de bijî û wiha hate gotin:
“Em bang li rêxistinên NY dikin ku li dijî dewleta Tirk gavan cidî bavêjin.
Divê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bên rawestandin.
Divê tevahî herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din werin rizgarkirin.”
Her wiha Dayikên Aştiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek dan.
Dayikên Aştiyê di daxuyaniya xwe diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e.
Di daxuyaniyê de banga serbestberdana tevahî girtiyên siyasî hate kirin, her wiha banga pêkanîna azadiya Rêber Apo hate kirin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya Minbicê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.
Di daxuaniyê de wiha hate gotin:
“Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo bidawîkirina şer û aloziyan hatiye ragihandin, lê nikarî aştî û aramiyê pêk bianiya.
Sedema vê yekê jî ew e ku dewletên mêtinger qebûl nakin ku aştî pêk were.′′
Jinan di dawiyê soz dan ku ew ê bi hemû hêza xwe ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin.