Nûnerê Rêvberiya Xweser li Ewropayê hevdîtin pêk anî

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer duh bi parlamenterê Ewropayê Javier Nart re hevdîtin pêk anî.

Hevdîtin li avahiya Parlamentoya Ewropayê pêk hat.

Ebdulkerîm Omer di hevdîtinê de îşaret bi xwepêşandanên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de kir û diyar kir ku rewşa aborî ya xirab yek ji sedemên van xwepêşandanan e.

Omer bal kişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û got:

“Rêveberiya Xweser beriya çend mehan du însiyatîf ragihandin.”

Omer da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê û komên din ên tundrew yek ji asteng û gefên li pêşiya herêmên Rêveberiya Xweser in.

Endamê Parlamentoya Ewropayê Javier Nart jî hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo çareseriya siyasî erênî nirxand û diyar kir beyanname wê bibe bingeheke xurt a çareseriya siyasî li Sûriyê.′′

Nart di dawiyê de got:

“Divê civata navneteweyî erkên xwe bi cih bîne û di darizandina DAIŞ′ê û pêkanîna ewlehiya herêmê de bibe alîkar.

Back to top button