Berdevkê Artêşa Lîbyayê Mismarî: Çeteyên Tirkiyê şandine Lîbyayê, DAIŞ’î ne

Dewleta Tirk ku ku çeteyên xwe şandin Libyayê, xwe amade dike li parlamenê jî şandina leşkeran ji bo Libyayê erê bike.
Tirkiye ji bo pêşî li nerazîbûnên dagirkirina wê ya Libyayê bigire îdîa dike ku divê ew destekê bide gelê Lîbyayê.
Piştî banga artêşa Lîbya û daxwaza Misirê ev mijar îro li ser maseya Komkara Erebî bû.

WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ TIRKIYÊ AKAR:
EM AMADEKARIYÊN ŞANDINA HÊZÊN XWE JI BO LÎBYAYÊ DIKIN

Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ragihand ku welatê wî êdî ji bo Lîbyayê dest bi amadekariyên leşkerî dike.

Akar hewldanên xwe yên dagirkeriyê weke alîkariyê bi nav kir û got, “Divê em alîkariya birayên xwe yên Lîbî bikin.”

Dewleta Tirk li gorî peymana ku bi hikumeta Wîfaqê re kiribû, wê hêzên xwe bişîne Lîbyayê.

BERDEVKÊ ARTÊŞA LÎBYAYÊ MISMARÎ:
ÇETEYÊN TIRKIYÊ ŞANDINE LÎBYAYÊ, DAIŞ’Î NE

Ji aliyê din ve, berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku çekdarên ku Tirkiyê ew derbasî Lîbyayê kirine, xwedî nasnameyên cuda ne û girêdayî DAIŞ’ê ne

Mismarî, teqez kir ku Erdogan li benda biryara parlamenê nema û bi rastî bêhtirî 300 çeteyî şandin Lîbyayê.

Berdevkê artêşê bal kişand ser çavnebariya Erdogan a li dijî herêma Erebî jî û got:

Erdogan dixwaze xewna Osmanî nûjen bike, ji ber vê jî divê di komkara Erebî de li dijî vê helwesteke xurt hebe.

DESTWERDANA TIRKIYÊ YA LÎBYAYÊ
KOMKARA EREBÎ ÎRO LI QAHÎRAYÊ CIVIYA

Komkara Erebî jî îro li ser daxwaza Misrê li ser asta nûneran li Qahîrayê civîneke awarete li dar xist.

Li gorî ragihandina Misirî wê bûyerên li Lîbyayê û destwerdana dewletan a li axa vî welatî nîqaş bikin.

RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A EREBÎ:
DIVÊ JI BO ŞANDINA ÇETEYAN JI BO LÎBYAYÊ LÊPIRSÎN DEST PÊ BIKE

Ji aliyê xwe ve Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan destwerdan dewleta Tirk şermezar kir û bal kişand ser şandina çeteyên dewleta Tirk.

Rêxistinê ji bo şandina van çeteyan jî, banga lêpirsîneke navneteweyî kir.

Leave a Reply

Back to top button