Endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Silêman Cafer û Nivîskar diyar kirin ku hikumeta Iraqê berpirsê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê ye.
Endamê Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Silêman Cafer derbarê êrîşê de axivî û eşkere kir ew destekdayîna Kazimî ya ji êrişê re dûr nabînin.
Ehmed Şêxo: Hedefgirtina Şengalê, hedefgirtina îstiqrar, ewlehî û aştiya li herêmê ye
Nivîskar û lêkolînerê Ehmed Şêxo jî li ser heman êrîşan da zanîn ” Bi êrişê re Tirkiyê peyam da ku qebûlkirina daxwazên civaka êzidî ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve nayên pejirandin.”
Endamê Desteya Rêveber a Mala Êzîdiyan Ilyas Seydo jî ne razîbûn nîşan da û piştrast kir ” Tişta DAIŞ`ê nikarîbû li Şengalê pêk bîne, dewleta Tirk dixwaze bi xwe bike.”