Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif, anî ziman ku di sala 1998’an de bi komploya navnetewî re dewleta Tirk a dagirker plana dagirkeriya Sûriyê danîbûn pêş xwe û got: “Heya çareseriyekî mayînde ji bo pirsgirêka Kurd neyê pêşxistin ev plangeriya komployê bi rêngên cûda wê dewam bike”.
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif, derbarê salvegera komploya navnetewî ya 1998`an ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat û mijara planên niha li ser Rojhilata Navîn ji ANHA`yê re axivî.
Foza Yûsif, komploya navnetewî ya ku 9`ê Cotmehê destpêkir heya îro bi gelek awayên cûda berdewam dike şermezar kir.
Foza destnîşan kir ku hêzên komploger dixwestin benê Rojhilata Navîn û hemû dewletên heyî di destê xwede bigrin û wan kar bînin.
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê diyar kir ku ev bedengiya navnetewî dibe sedema qirkirina nasnameya gelekî.
Foza Yûsif: Çareseriya ku Rêber Apo derxistiye bingehin e
Foza Yûsif, anî ziman ku çareseriya pirsgirêkan li Îmrali derbas dibe û wiha anî ziman:
Îro li Bakûrê Kurdistanê şertên çareseriyê cardin derdikevin holê.
Cardin diyar bû ku bi şer û komkujiyê nikarin Kurdan tune bikin.
Foza Yûsif: Şikandina tecrîda girankirî erkê her kesî ye
Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif di dawiya nirxandina xwe de got:
Ez bang li hemû Kurdan, hêzên demokratîk û hêzên ku dixwezin aramî li herêmê çê bibe dikim ku erkê wan yê yekemîn şikandina tecrîta girankirî ye.
Fikir û ramanên Rêber Apo hişt ku li vir ewqas berxwedanî pêş bikeve û DAIŞ têk here.