Dr. Ciwan Mistefa: Heta niha rewşên Omîcron li herêmê derneketine

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku heta niha ti rewşên bi omîcron derneketine.

Ciwan Mistefa got:

”Bi derfetên me yên heyî em nikarin gohartokên ku di nexweşiyê de çê dibin tespit bikin.

Em bi kîtên destê xwe de tenê dikarin tespît bikin bê ka nexweşî heye an na.

Ew kesên ku bi gohartoka deltayê ketibûn me tenê bi rêya nîşaneyan ve tespît kir.

Lê heya niha me nîşaneyên omîcron li ser kesî nedîtine.”

Ciwan Mistefa hişayrî da: ”Ihtîmala ku omîcron jî derbasî herêmê bibe heye.

Ger ku derbas bibe wê mirin jî çêbibin.”

Dr. Ciwan ji bo wê banga xweparastinê li her kesî kir.

Back to top button