26 kesan ji bo erka Serokkomariya Iraqê namzetiya xwe danîne.
Parlamenta Iraqê wê 8’ê Sibatê Serokkomarê nû hilbijêrê.
Eşkere bû ku 26 kesî namzetiya xwe daniye û ji wan 11 kes Kurd in.
Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê namzet divê welatiyekî Iraqî yê ji dayik û bavekî Iraqî be û ne kêmî 40 salî be.
Her wiha divê têkiliya xwe bi Partiya Baas a hatî girtin re tune be û rabirdûya xwe paqij be.
Ji bo namzetek bibe Serokkomar divê di dengdana destpêkê de ya li parlamentê ji sê paran du parê dengan (213 parlamenter) werbigire.