Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne.
45 rojin li hemberî zexta PDK’ê ya di greva birçîbûnê de ne.
Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirab dibe.
Mazlûm Dag û Er, ji roja ku xistin Girtîgehê binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê.
Dag û Er herî dawî ji ber zexta PDK’ê ketin greva birçîbûnê.
Çalakiya Dag û Er di roja 45’an de didome.
Mazlum di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî.
Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye:
“Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me.
Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’
Abdûrrahman 20 kîlo dane. Tenduristiya wî nebaş e.”
Dag diyar kiriye ku wî jî 10 kîlo dane û nikare zêde biaxive.