Parlamenter Sumeyye Boz: Negihiştin armanca xwe ku fikrên Ocalan tecrîd bikin

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz, bêdengiya li dijî tecrîdê rexne kir û got:
“Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker.”

Sumeyye Boz diyar kir ku tecrîd bi awayekî mirovî û hiqûqî îşkence û sûc e.

“Li Tirkiyê tecrîd li ser kesekî tenê nayê pêkanîn, li ser tevahiya gel tê pêkanîn.

Yekziman, yeknetew ku desthilata heyî tim bi kar tîne, rasterast tecrîdê îfade dike.

Tecrîd dûrkirina ji nirxê xwe û qenalîzekirina ber bi tiştekî din e.

Tekane muxatabê çareserkirina meseleya kurd Rêber Apo ye.”

Boz da zanîn ku bi tecrîdê dixwazin fikrê Rêber Apo neghê civakê.

“Dixwazin fikirên Ocalan tecrîd bikin. Lê eşkere ye ku negihîştine armanca xwe.”

Back to top button