Li Tebqayê konferansa damezrîner a El-Sade Eşraf Al El-Beyt hat li dar xistin.
Kesên axivîn behsa girîngiya konferansê kirin û gotin, dê konferans hezkirinê di navbera hemû etnîk û mezheban de xurt bike.
Ji Konferansa Al Elbeyt: Em di nava mezheb û gelan de hezkirinê xurt bikin
Îro Konferansa Damezirîner a Elsade El Eşarif Al Elbeyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi exlaqê te ey pêxemberê Xweda, em bilind dibin” li navenda çandê a bajarê Tebqayê dest pê kir.
Di konferansê de hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El Elî bixêrhatina beşdaran kir.
Di konferansê de oldar, nûnerên ji saziyên sivîl, nûner û şandeya Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
Di konferansê de serokê Weqfa El-sade El Eşarif Al-Elbeyt şêx Sînan Seydoş axivî û wiha got:
Divê nîjada Al Elbeyt têr û tijî be, da ku rihên wan were xurtkirin û divê weqfe pişta xwe bide kesên ji nifşa xwe.
Endama Weqfa Al Elbeyt Diya El Mîqdad jî axivî û wiha got:
Em îro li vir dicivîn da ku bingehên vê weqfê ya xurt deynin û nîjada hezkirin û hevgirtinê di navbera xwe de pêk bînin. Ev wefqeya hezkirin û biratiyê ye.
Diya got Weqfa Al Elbeyt kevirê bingehîn ê projeyên xêrê û kela li hember her kesên hewl dide ewlehiya vî welatî û îstîqrara wê têk bibe.
Li aliyekî din jî, hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman lidarxistina konferansê pîroz kir û hêvî kir ku xebatên wê bi ser bikevin û bigihîne armancên xwe.
Osman ev tişt anî ziman:
Ev civîna ku tê de, komeke mezin a eşîran heye, nîşaneya ber bi rêveçûna layîq a Al El-beyt e.
“Êl û eşîran hîna li hember desthilatên hewl didin nijadperestiyê çêkin, mertal in.
Rola Al Elbeyt di têkbirina fîtneyên di dîrokê de girîng bû. Divê em li ser wê yekê bimeşin û girîngiyê bidin rola êl û eşîreyan.
Osman dawiyê got: “Em van civînan ji welatî û nifşan re bikin berhema hezkirin, lêborîn û jiyana hevbeş.
Konferans bi axaftinên mêvan, nûnerên saziyên olî, şêx û rûspiyên eşîran berdewam e.
Her wiha di konferansê de, ayatên Quranê hatin xwendin, rêzikname hat xwendin û nîqaş li ser hat kirin.
Piştre dê meclisa hevserokatiya saziyê, bê hilbijartin.
Konferansa damezrîner a El-Sade El-Eşarif El-Beyt destpê kir