Kobanê-Jinên ciwan li dijî tecrîdê komxebatek li dar xist

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyan tê şermezarkirin.
Li Kobanê, Şehba û Helebê bi çalakî û daxuyaniyan, tecrîda li dijî Rêber Apo hate şermezarkirin û banga azada Fîzîkî ya Rêbertî hate kirin.

Gelê herêmê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û bertek nîşanî qedexekirina hevdîtina pê re a heta 6 mehan didin.

Jinên ciwan ên herêma Firatê derbarê tecrîda giran ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan komxebatek li dar xist.

Bi dehan jin beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firat Avşîn Misto axiv û wiha behsa Tecrîda li dijî Rêber Apo kir.

Jinên Beşdar eşkere kirin ku ew ê bi ruhê jinê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.

Şêniyên herêma Efrînê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Li navçeya Ehdas ya Şehbayê endamên sazî, yekîtî û Meclisên herêma Efrînê jî li dijî tecrîdê daxuyaniyek hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Komploya navneteweyî û polîtîkayên dijminahiyê yên li ser gelê Kurd di şexsê Rêber ocalan de bi girankirina tecrîdê hê jî dewam dike.

Ev yek jî têkçûn wan îsbat dike.

Her wiha bal hate kişand li ser bê-dengiya CPT a derbarê rewşa Rêber Apo û wiha hate gotin:

“Dema ku mijar tê ser Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd her kes bêdeng dibe, bi armanca dûrxistina gel ji Rêbertî û şikandina îradeya me her kes rastiyê vedişêre.

Dawiyê bang li hemû aliyên peywendîdar hat kirin ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo gavên şînber bavêjin.

Jinên li Helebê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Kongera Star ya Helebê jî bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî Rêbertî şeremezar kir.

Kongera Star bang li hemû kesên azadîxwaz yên li cîhanê kir ku ji bo azadiya Fîzîkî ya Rêberê Apo bi erkên xwe rabin.

Back to top button