Hilbijartinên giştî yên Libnanê wê 15’ê Gulanê pêk bên

Piştî teqîna li bendergeha paytexta Libnan Beyrûtê, krîza aborî û siyasî ya derketî di asta herî jor de ye. Ji bo çareseriya rewşa li welat, rêxistinên navnetewî jî hêviya xwe qut kirine. Libnan a ku dixwaze ji vê rewşê xelas bibe, wê di 15’ê Gulanê de biçe hilbijartina giştî.

Li Libnan a di nava krîza siyasî û aborî de ye, hewildanên çareseriyê dewam dike.

Xwepêşandan û aloziya piştî teqîna 4’ê Tebaxa 2020’an li paytext Beyrûtê alozî gurt bûye.

Her çiqasî hikumeta nû hate ragihandin jî lê hîna li welat aramî pêk nehatiye.

Hikumeta ku nikare daxwazên gel pêk bîne dibe sedema nerazîbûn û xwepêşandanan.

Têkildarî mijarê serokatiya Libnanê li ser hsabê xwe yê Twitterê peyamek weşand.

Di peyamê de tê gotin,

Serokomar Michel Aoun biryarnameya ku tê pêşbînîkirin hilbijartinên parlementoyê 15’ê Gulanê bê lidarxistin, pejirand.

Hat destnîşankirin ku hilbijêrên li derveyî welat wê di 6-8’ê Gulanê de, û 12’ê Gulanê jî efser, hêzên ewlehiyê û rayedarên beşdarî hilbijartinan bibin jî wê dengên xwe bidin.

Serokwezîrê Libnanê Necîbe Mîkatî di daxuyaniya xwe ya duh de, diyar kiribû ku biryara têkildarî lidarxistina hilbijartinên meha Gulanê îmze kiriye û ji Avn re şandiye.

Li welat dîroka hatî diyarkirin cihê xwe ji nîqaşan re vekiriye.

Ev biryar di rûniştina asayî ya Parlamentê de hat nîqaşkirin.

Di encama danûstandinan de bi piraniya dengan, biryar hate girtin ku hilbijartina giştî ya li welat 27’ê Adara 2022’an pêk were.

Hilbijartinên giştî yên dawîn li Libnanê di Gulana 2018’an de pêk hatin.

Di şert û mercên asayî de, dihat payîn ku hilbijartina bê Gulana 2022’an pêk were.

Lê tê gotin ji ber meha Remezanê, dîroka hilbijartinan 2 meh paşde hatine anîn.

Back to top button