HPG nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 2 gerîlayên ku li Cîlo û Zapê şehîd bûne, eşkere kir.
HPG’ê di daxuyaniyê de bi berfirehî qala têkoşêriya şehîdan kir û ji malbatên hêja yên şehîdan û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwast.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 2 gêrîlayên ku di demên cuda de li Cîlo û Zapê şehîd bûne eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate gotin:

“Di navbera 28’ê Adar û 7’ê Nîsana 2023’an de li qada Alantûs dewleta Tirk a dagirker operasyonên îmhayê da destpêkirin.

Li wir di navbera hêzên me û dagirkeran de şerê dijwar qewimî.

Berê me diyar kiribû li wir hevrêyên me Raperîn, Rêvan û Botan şehîd bûne û hevalek jî dîl ketiye destê dijmin.

HPG: Hevrê Elî Şêr bi tena serê xwe li hember dijmin li berxwe da

HPG’ê diyar kir ku Endamê Fermandariya Eyaleta Cîlo Elîşêr Întîkam di şerên dijwar de bi rojan bi tena serê xwe li qada operasyonê berxwe da û wiha got:

“Artêşa Tirk a dagirker hemû teknîka xwe ji bo hevalekî me seferber kir.

Hevrêyê me Elîşêr bi tena xwe ma û bi îradeya mîlîtanê Apoyî li hemberî dijmin derket.

Roja 7’ê Nîsana 2023 fermandarê wêrek hevrê Elîşêr li hermber dijmin şer kir û şehîd bû.

HPG: Hevrê Qehreman bû milîtanekî Apoyî yê mînak

Her wiha HPG’ê diyar kir ku Gêrîlayê bi navê Qehreman Gîap jî 7’ê Adara 2023, dema li ser erka xwe bû kete ava Zapê, tevî hemû hewldan jî xilas nebû û şehîd bû.

Li ser têkoşeriya gêrîla Qehreman jî HPG’ê diyar kir bi hezkirina xwe ya kûr a ji bo welat tevlî têkoşînê bû, di tevahiya meşa şoreşgerî de erkê xwe bi cih anî û bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwast.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Elîşêr Întîkam
Nav Paşnav: Emrah Arpak
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Hamîde
Navê Bav: Îzzetîn
Cih û dîroka şehadetê: 7’ê Nîssana 2023/Cîlo

Nasnav: Qehreman Gîap
Nav û paşnav: Dogan Alas
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik: Kanîa
Navê Bav: Vadettîn
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Adara 2023/ Zap

Back to top button