KJK: Ev hilbijartin ne rewaye, operasyoneke ya rejima şerê taybet e

Koordînasyona KJK têkîldarî hilbijartinên serokkomariyê ku di 28’ê Gulanê de pêk hat nirxandin kir.
KJK diyar kir ku dîroka hilbijartinê li gorî salvegera Peymana Lozanê hatiye diyarkirin û got: “Ev hilbijartin ne hilbijartineke rewa û adil e, operasyoneke ya rejima şerê taybet e”

Koordînasyona KJK derbarê hilbijartinên serokkomariyê ku di 28’ê Gulanê de pêk hat nirxandin kir û ev tişt anî zaman:

“Li Tirkiyê hilbijartinên parlamento û serokkomariyê bi dawî bû.

Ev hilbijartinê ku nêzî salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê hatibû lidarxistin di rastiyê de bi awayek amedekariya temamkirina komploya navnetewî hat bidestgirtin.

Di salên 2021 û 2022’yan de li dijî gerîla bi şêweyê ku ti şerê de nehatiye dîtin bê sînor çekên kîmyewî ya qedexekirî hat karanîn.

Hêzên navnetewî li hemberî ev êrîşên ku li dijî gelê hat pêşxistin di radeya dawî de bi awayek dirû bê deng man û erê kirin.

Di sedsaliya Peymana Lozanê de armanca esasî ya dewleta Tirk a faşîst temamkirina tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bû.

Lê belê li hemberî hemû êrîşên nijadperest Rêbertiya me, jinan, gelê me û gerîla bi awayek bi heybet li ber xwe da.

Li ser vê esasê hemû êrîşên dewleta Tirk vala hatin derxistin.”

KJK di nirxandinê xwe de da zanîn ku rejima faşîst a AKP-MHP’ê zayendperestî, nijadperestî û desthilatdariya dewletê di nava civakê de belav kir û li dijî jinan şer da destpêkirin û got:

“Li dijî vê rejimê ku çanda destdirêjiyê, bi rêbazên şerê taybet armanc dike hebûn, nasname û ruhê jinê tune bike.

Jinan li hemberî vê helwestek zelal nîşan daye û di hemû qadên jiyanê de berxwedanê bilind kirine.

Hemû partî û hêzan neçar man biperjirînin ku kirdeyê esasî ya demokratîkkirina Tirkiyê jinan e.

Têkoşîna ku jin didin meşandin di siyasetê de asta jor temsiliyeta wekhev a jinan pêk aniye.”

Di dawiya nirxandinê de KJK da bang li jinan, ciwanan, kedkaran kir ku li dijî faşîzmê xwe birêxistin bikin û li berxwe bidin û got:

“Di dema nû de jî di serî de jin, ciwan, gelê me, hêzên demokrasî û azadiyê heya dawî wê têkoşîn bidome.

Bêyî ku destûr bidin bêhêvîtiyê bi hemû hêza xwe birêxistin bibin, li hemberî faşîzmê heya dawî li ber xwe bidin”

Back to top button