Li sînorê Meksîkê pêla koçberên nû ber bi DAY ve ketin rê

Bi hezaran koçber ber bi DYA ve dimeşin.
Karwanê nû yê koçberan ku ji 3 hezar kesî pêk tê, ji sînorê Meksîka Guatemala ber bi DYA ve birê ketin.
Armanca serke ya van koçberan jî xwe gihandina DYA ye.

Karwanên ku tê texmînkirin jimara wê derdora 3 hezarî ye û piraniya wan ji Amerîkaya Navîn in, tevî tedbîrên ewlehiyê dixwazin pêşî bigihin paytext Meksîko Cityê û paşê jî bi awayekî bigihêjin DYAyê.

Ji ber pirsgirêkên tundî, bêkarî û xizaniyê yên li welatê xwe, bi hêviya jiyaneke baştir ketine ser rê.

Rêxistinên sivîlan jî diyarkirin ku koçber di nava xeteriya birçîbûn û nexweşiyan de dest bi meşê kirine.

Rêxistinê ji Enstîtuya Koçberiya Netewî ya Meksîkayê xwest ku bi konvoyê re diyalogê deyne.

Bi salan e, gelek koçberên neqanûnî, yên ku ji welatên Amerîkaya Navîn derketine, hewl didin di ser Guatemala û Meksîkayê re xwe bigihînin DYA.

Li gorî Yekîneya Siyaseta Koçberiyê ya Wezareta Navxweyî, di navbera Çile û Îlonê de, 190 hezar koçber li welat hatine dîtin.

Ji wan 74 hezar û 300 hatin dersînorkirin.

Back to top button