Koordînasyona Jinan bû beşek ji sazûmaniya Rêveberiya Xweser

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, Koordînasyona Jinan wekî beşekî sazûmaniya xwe pejirandin.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek bi beşdarbûna meclisên qanûsaz ên tevahî rêveberiyên xweser û sivîl û seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed li dar xist.

Îlham Ehmed, di civînê de rewşa siyasî nirxand û nêzîkatiyên Rêveberiya Xweser ji guhertinên ku rû didin, şîrove kir.

Di pişt re, Jozef Lehdo wekî cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li şûna Elîzabeth Gewriyê sond xwar.

Bi erêkirina beşdaran jî, Koordînasyona Jinan bû beşekî sazûmaniya Rêveberiya Xweser.

Back to top button