Li Somalya 8 çete hatin kuştin û jimarek hat birîndarkirin

Li Somalyayê, 8 çeteyên Hereket El-Şebab li ser destê artêşa welêt hatin kuştin.

Înê çeteyên Herket El-Şebeb êrîşî baregeheke artêşa Somalî li bajarê Tosmerîb  kir û hewl da nuqteyê bixin destê xwe.

Lê hêzên artêşê ev hewldan pûç kir û li gorî navgînên ragihndinê, ji ber êrîşê, 8 çete hatin kuştin, jimarek hat birîndarkirin û her wiha serçeteyek li gel hin çekên giran û navîn hatin girtin.

Di vê hefteyê de, ev duyemîn hewldan e ku çeteyên Hereket El-Şebab li dijî heman baregehê pêk tînin.

Back to top button