15 baroyên bajarê Bakurê Kurdistanê êrîşên li dijî Kurdan şermezar kir-HAT NÛKIRIN

15 baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê êrişên nijdarperest ên li dijî Kurdan şermezar kirin û diyar kir ku ev êrîş encamê zimanê desthilatê yên cûdakar a li dijî ziman û nasnameya kurdan e.

Li bajarên Afyon, Konya û Enqere yên Tirkiyê di 3 rojên derbasbûyî de êrişên nijadperest li dijî Kurdan pêk hat.

Di encama van êrişan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 13 kes birîndar bûn.

Baroyên Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha û Wanê jî derbarê van êrişan de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku desthilata Tirkiyê bi axaftinên xwe yên li dijî “nasname û zimanê Kurdî” bingeha êrîşên amade dike.

Baroyan dazanîn ku kurd ji ber nasnameya xwe rastî êrîşan tên, tên kuştin û êşkencekirin, lê raydarên tirkî van êrîşan weke bûyerê edlî dibînin.

Baroyan diyar kir ku nêzîkatiya hêzên ewlehî li hember van bûyeran û nebûna lêpirsîneke û sekna desthilatê dide xuyakirin ku bûyer siyasî ye.

15 baroyan êrîş şermezarkirin û daxwaz kirin ku divê desthilat dest ji zimanê xwe yê terorîstkirina kurdan berde û lêpirsîneke bilez derbarê êrişan de bide destpêkirin.

DBP: Kurd û siyasetmedar li ber van êrîşan gavan bi şûn ve navêjin

Li bajarên Afyon, Konya û Enqere yên Tirkiyê di 3 rojên derbasbûyî de êrîşên nijadperest dijî Kurdan pêk hatin.
Di encama van êrîşan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 13 kes birîndar bûn.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî êrîşên nijadperest ên dijî Kurdan daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîş şermezar kirin.

DBP’ê diyar kir ku kesên nikarin têkoşîna gelê Kurd bi siyasî lawaz bikin û têk bibin û bi nijadperestiyê dixwazin encam bigirin û got:

“Em Kurd û siyasetmedar li ber van êrîşan gavan bi şûn ve navêjin.
Kurd dikarin li hember van êrîşên nijadperest bi yekîtiya xwe ya netewî bi rê û rêbazên demokratîk bibin bersiv.”

ÎHD: Êrîşên nijadperest encama zimanê cihêkar yê li dijî Kurdan e

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê jî têkildarî êrîşên nijadperest daxuyaniyeke nivîskî da.

ÎHD’ê diyar kir ku ev êrîşên ku nijadperest li dijî nasnameya Kurd in.

ÎHD’ê got ku divê bê diyarkirin ku ev êrîş berhema zimanê cihêkar in û divê zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê bên berdan.

Back to top button