HPG: Li Metîna 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi çalakiyan rojane bersiva êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê didin.
HPG’ê ragihand gerîlayan li herêma Metînayê ji 2 aliyan li dagirkeran xistin.
Hat diyar kirin di encama van çalakiyan de 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin. HPG’ê da zanîn artêşa Tirk a ku li hember berxwedana gerîla nikare encamê bistîne li herêma Avaşînê gazên kîmyawî bikartîne.

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî de li dijî artêşa Tirk a dagirker ku êrîşî başûrê Kurdistanê dike, çalakiyên bi bandor li dar dixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê berxwedana gerîla û êrişên dagirkeriyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê destnîşan kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê li artêşa Tirk ya dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“22’ê Tîrmehê gerîlayan bi awayekî hemwext li dijî dagirkerên li Girê Koordîneyê ji du baskan ve çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek hate birîndarkirin û pergala kameraya mobessa ya li gir jî hate rûxandin.”

HPG’ê da zanîn heman rojê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de jî li dijî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan êrîşî çeperên şer yên li qada Girê Sor a herêma Avaşînê bikin, bi çekên ferdî çalakî hate kirin.

HPG: Artêşa Tirk a dagirker li Avaşînê gaza kîmyewî bikartîne

HPG’ê derbarê şerê ku li herêma Avaşînê diqewime jî ev agahî parve kir,

“Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana destanwarî ya hêzên me yên li herêma Avaşînê ku nikare encamekê bistîne, bi rêbazên şerê qirêj sûcê şer dike. Herî dawî jî dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana li Werxelê gavek jî neavêt, bi rêbazên taybet li hemberî tunelên şer gaza kîmyewî bi kar tîne.”

HPG’ê diyar kir 21 û 22’yê Tîrmehê herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û dora bajaroka Çemankê ya Duhokê bi balafirên şer, helîkopter û topan bomberan kir.

Hat gotin ji ber van bombebaranan tiştek bê hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button